Dem Payîz歌詞

添加日期:2023-12-10 時長:05分04秒 歌手:Yunus Dişkaya

作詞 : Arjen Ari
作曲 : Yunus Diṣkaya
ba qulipî hîv tê wer bû
havîn hişk bû, stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê
hinar sor in, bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j'gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê
temaşê de lê guhdar im
nala xuşînê ez xwarim
dibêje hejke xembar im
dem payîz e l' sipîndarê
dem payîz e xem payîz e
dilînek bi dil dilîze
nola hemu daran zîz e
hinar û danê êvarê
temen li dû, payîzek tê
buhar biçê havînek tê
ha vê wextê ha vê wextê
kîşwer şaş bûn li min û yarê
更多>

喜歡【Yunus Dişkaya】您也可能喜歡TA們的歌詞…

更多>

最新歌詞